çekdar

Ew bibo çend roj min ne dikarî pêre bikevim têklîyan .her û her dervhî xetê bo .

Ji ber ko ez rewşa şeran dizanim ; min texmîkir ko ew ya di  çemberê deye nikarê baxêvê yanjî brîndare naxwazê ; û yanjî şehîde ezê nema karibim dengê wî bikim .

Ez ji were rastî bêjim ji despêka erîşa hovane ya rêjîma turka û tevlîbona hêzên xwe firoş û paşveroyn sorî li ser herêma efrîn ; CEKDAR roj bi roj çaxê şer sist dibo di bêhin vedankîde  ji min re dinvîst ; em bihevre li ser rewşê taxêvîn. Besa granîya şer û teknîka têde tê bikaranîn dikr ; roJa 24 çelê yê piştî çar rojan ji despêka şer got: şer pir grane weko kolehan êrîş dikin ji wan çuqas tên koştin lê dîsa şunde navekşin . bi rastî em nikarin demkî drêj wan bisknînin . evê carê şerkî nuhe ez tevlî dibim tu dizanê ko şerê leşkerê turka bi çi awaî ye lê ev bi rengek dinin. Bi reng û tektîkên daeş şer dikin  bi xwe daeş bi xweye bi vê metrsîyê êrîş dikê .vêca bi alîkarya topbarnê .Topbarana frokên şer wek şêloyê di ser mede dibarin ; ji erd û ezman fîz fîza gola ,na sekinê ; şev de pranya wextê xwede di bê roj şewqa koleyên top û tengan û frokan dinyayê wek rojê lêdikê.

Min axaftina wî qutkir û got: heval xwe rehet bike ti brîndarê ne başe hewqas ti baxêvî .

Li min vegeran û got: ti zanê ev ne cara yekê ye ez brîndar dibim . jîyana me tevahî bi brîndarî derbasbuye em ji zik makî ya xwede brîndarin .brîndarya fîşekan ya herî hesane ev bi destê dijmnên dîyarin lê brîdarya zik makî nayê zanîn bi destî kî ye .bavo kalane yan jî ol û desthlat darane .di tarîyê de ye ew rewş lewma em nikarin derman jêre bibînin her çqasî xwîn tê rjandin .

Min xwest ez wî bibrim lê nesekinî berdewamkir : tê bîra te çaxê li çiyayê gabarê em ji hev veqetyan ; ev bo çend sal ? ka bîne bîra xwe îsmaîl. di 1991 de bo ez bawerim di miha 5ê de bo ne we ye? Welhasl di rêde li besta şer derket ez brîndarbom ew cara yekêbo û brîndarîya niha cara şeşaye yan jî heftaye . hema ev bo sê car li rojava ez brîdar dibim .

Dengê Cekdar qit bo . mijî dixwest hew baxêvê .lê dilê min ma reht  gelo çima ji nişkîve pêjna wî ço . min xwest bizanibim ka hîn li ser xetê ye yan na .min bankr : cekdar .heval ; lê pêre dengin hatin guhê min :

Heval divê tu xwe reht bikê  rewşate guhdarîk taybet dixwazê .

Û dengekî got: bi lez xwîn ji heval re gereke ; qelebalx zêde bo dengê çekdar hundabo .Min fehim kir ko brîndarya çekdar grane.

Min bankir : eger hun dengê min dikin ez hêvî dikim ko hun bersva min bidin . lê mxabin xet qtbo . û heya niha ez li benda cekdarê mêrdînîme .

Her ko ez baş dizanim ezê nema dengê wî bibhîzim……..

10/02/2018

HUSSEIN OMAR

أضف تعليق

هذا الموقع يستخدم خدمة أكيسميت للتقليل من البريد المزعجة. اعرف المزيد عن كيفية التعامل مع بيانات التعليقات الخاصة بك processed.